Xelkê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin

Li gelekên bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyan bi çalakiyên cûrbecûr tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê kir.

25 tîrmeh, 2024   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê li kantona Minbicê li dar xist. Di çalakiyê de şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di çalakiyê de rêvebera Meclisa bajarê Minbicê Meryem Reşîd  axivî û destnîşan kir ku armanc ji cezayên dîspilînî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêdekirina zexta li ser wî ye.

Her wiha endama însiyatîfê ya Minbicê Hind Daxistanî diyar kir ku armanc ji tecrîdê û cezayên dîspilînê sînordarkirina bandora fikra Rêber Abdullah Ocalan li ser bûyerên herêmê ye.

Çalakî bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya li ser wî, bi dawî bû.

EYN ÎSA

Şêniyên bajarê Eyn Îsa û koçberên bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi meşekê tecrîd şermezar kir.

Meş heta bi Çerxerêya Şehîd Cûdî çû û li vir vegerî mîtingê. Li wir endama rêveber a Kongra Star a bajarê Girê Spî Hedle Hac Muslim destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Hevserokê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girê Spî Sebrî Nebo berxwedana bêhempa ya girtiyên azadiyê di serî de Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Rûspiyê eşîra El Boesaf, Hemed El Qerace got: "Rêber Abdullah Ocalan nirxên lehengî û fedakariyê ji bo rizgarkirina herêmê ji bindestiyê temsîl dike."

Her wiha, rûspiyê eşîra Tey a Ereb, şêx Elî El Mihêmîd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û cezayên dîspilînî şermezar kirin.

DIRBÊSIYÊ Û TIL BIRAK

Di heman çarçoveyê de, ciwanên rêxistina PYD'ê ya bajarên Dirbêsiyê û Til Birak bi daxuyaniyeke hevbeş tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide planên xwe yên komploya navneteweyî li dijî gelên herêmê bidomînin, nexasim ku di vê dawiyê de bi înxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku alîkariya lojîstîk jê re pêşkêş dike, baregehên xwe li nav xaka Başûrê Kurdistanê ava dike, gundên Kurdî vala dike û gerîlayan hedef digire.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku xwedî li erkê xwe derkevin. Her wiha bang li alî û partiyên Kurdî jî hat kirin ku ji bo şerê birakujiyê nebin destek, li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û siyasetên radestkirina Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriya Tirk, eşkere bikin.

(mh)

ANHA