Xelkê Aliyan dest bi çinîna berhemên zeviyên xwe yên neavî kirin

Piştî hişkesaliyê ku cotkar dîtiye, li herêma Aliyan a gundewarê Çilaxa xelk dest bi çinîna zeviyên xwe yê Tirozî û Incûran kiriye. Li aliyeke din derdora berhemên xwe yên Zebeş û Petîxan jî ji giyayê hişk paqij dikin.

26 tîrmeh, 2026   06:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li herêma Aliyan a gundewarê bajarê Çilaxa li herêma Cizîrê di heyama salên dawî de, di encama hişkesaliyê de berhemdayîna zeviyên neavî de kêm bûye. Ev yek hiştiye ku bandor li şilahiya axê bê kirin û cotkar dûrî çandina zeviyên sebzeyên avî bikevin. Hebûna baranê di vî mewsimî de hişt ku rewşa çandiniyê baş bibe.

Bi hatina havînê re cotkar dest bi çinîna berhemên Tirozî û Incoran kiriye, her wiha beşek ji wan derdora zeviyê Zebeş û Petix (gindorê zer) ji giyayê hişk paqij dike.

Li herêma Aliyan zeviyên neavî yek ji zeviyên herî zêde li pêş e, ew bi awayeke giştî li ser barana werzê zivistanê û biharê ye, gelek beşên cur be cur berhem dide ji wan Qitî, Incûr, Zebeş, Petix û Gulberoj, ev dihêle ku ev zevî bibe jêderek ji bo xwarinê û debara şêniyan.

Cotkarê bi navê Mihyedîn Şêx Tahir ji ajansa me re diyar kir ku piştî zirara ku cotkar salên borî dît, bi barîna baranê ra baş hişt ku hêviya wan bi berhmeke têr û tijî vegere û wiha got: “Zeviyên neavî yek ji mîrateya me ya çandiniyê ye, ji ber berhemên xwezayî dide û dihêle ku em ji giraniya kirîna sebzeyan xelas bibin, em dixwazin her sal zeviyên xwe bi awayeke neavî bihêlin.”

Mihyedîn Şêx Tahir destnîşan kir ku başbûna asta barîna baranê ya vê mewsimê hişt ku çandina Qitî, Incûr, Şebeş û Petixan serkeve. Çandina zeviyên neavî bi awayeke giştî berhemê xwe li ser şilahiya axê derdixîne. Mewsimê ku di dema wê de hişkesalî hebe yekser bandorê li berhemdayînê dike.

Mihyedîn Şêx Tahir diyar kir ku vê demê cotkar ji derdora zeviyên Şebeşan giyayê hişk û yê ku zirarê dide radike, ev qonax yek ji girîngtirîn qonaxên parastina zeviyane û ew bi awayeke yekser bandorê li qelîte û qedera berheman dike.

Mihyedîn Şêx Tahir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku mewsima heyî têkildarî vegera çandiniya zeviyên neavî wekî heyamên berê hêvî da cotkaran.

(sb/ha)

ANHA