Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Berxwedan li Reqayê spart axê û soz da ku heta serkeftinê rêça şehîdan bişopîne.

Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Berxwedan li Reqayê hat oxirkirin
12 ÇILE, 2025   18:55
REQA

Xelkê kantona Reqa û endamên saziyên sivîl ji bo definkirina cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Berxwedan (Mustefa Hecî Mihemed Sêwî) berê xwe da goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê yê gundewarê bakurê kantonê. Şervan Berxwedan di 10ˋê Çileyê de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî depoyên genim ên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebû Salih El Hindawî sersaxî da malbata şehîd û got: "Ji vê malbatê re pîroz be. Ey şehîd tu nimûneya hevrêyê herî baş bû."

Ebû Salih wiha domand: "Ji vê cihê pîroz em soz didin tevahî malbatên şehîdên me ku em li ser şopa wan in û em ê xak û gelê xwe biparêzin."

Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdû li ser navê Meclisa kantona Reqayê sersaxî da malbata şehîd û got: "Heta pêkanîna armancên şehîd ên azadî û serkeftinê em ê parastina xaka xwe bikin. Em ê Bendava Tişrînê bikin deriyê berxwedanê heta ku em Sûriyeyê tevahî yek dibînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA