Xelata Azadiya Çapemeniyê Cîhanê ji bo rojnamevanên Filistînî hate dayîn

Îsal UNESCO’yê xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê da hemû rojnamevanên Filistînî.

Xelata Azadiya Çapemeniyê Cîhanê ji bo rojnamevanên Filistînî hate dayîn
3 gulan, 2024   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Jûriya Kedkarên Medyayê yê Navneteweyî Maûrîcîo Weîbelî derbarê mijarê de got: “Di vê pêvajoyê de ku tarîtî û alozî serdest in, em dixwazin peyameke xurt a piştevanî û pîrozkirinê bidin rojnamegerên Filistînî ku tevî şert mercên xirab jî krîza li Filistînê dişopînin.”

Her wiha Weîbelî ev yek jî anîn ziman: “Mirovahî ji ber wêrektî û dilsoziya wan a ji azadiya ragihandinê re minetdarê wan rojnamegeran e.”

Dîrektorê Giştî yê UNESCO’yê Aûdrey Azoûlayî jî bal kişand ser girîngiya seferberiya kolektîf a rojnamegeran a ji bo ku li her derê erk û berpirsiyariyên xwe yên agahiyên sereke û lêkolînê bi cih bînin.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, ji 7’ê Cotmehê heya niha ku ev yek destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye 92 jê Filistînî herî kêm 97 rojnameger û kedkarên medyayê hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.