Xebatkarê Jin TV’yê şehîd Necmedîn Sînan hat bibîranîn

Şehîd Necmedîn Sînan li ser gora xwe hat bîranîn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî hat dayîn.

Xebatkarê Jin TV’yê şehîd Necmedîn Sînan hat bibîranîn
Xebatkarê Jin TV’yê şehîd Necmedîn Sînan hat bibîranîn
Xebatkarê Jin TV’yê şehîd Necmedîn Sînan hat bibîranîn
Xebatkarê Jin TV’yê şehîd Necmedîn Sînan hat bibîranîn
23 tebax 2024   12:03
AMÛDÊ

Dewleta Tirk a dagirker 23’yê Tebaxa 2023’yan bi balafireke bêmirov a biçek erebeyeke Jin TV’yê bombebaran kiribû. Di encamê de xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Sînan şehîd bûbû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd bi giranî birîndar bûbû.

Di salvegera 1’emîn de şehîd Necmedîn Sînan li ser gora xwe hat bîranîn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî hat dayîn.

Di merasîma bîranînê de ku li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê hat lidarxistin , endam û rêvebirên Jin TV’yê û malbata şehîd Nicmedîn Sînan amade bûn.

Di merasîma bîranînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji aliyê endama rêveberiya Produksîona Jin TV Berîvan Yunis ve daxuyaniyek hate dayîn.

Berîvan Yunis di axaftina xwe de piştî ku sersaxî ji malbata Şehîd Necmedîn Sînan re xwest, da zanîn ku di salvegera 12’emîn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” pergala neteweya demokratîk ji cîhanê re bûye îlham.

Berîvan Yunis destnîşan kir ku hemû geşedan û heqîqetên li herêmê bi rêya ragihandina azad digihêjin tevahiya cîhanê û got: “Êrişên ku rojane li ser saziyên ragihandinê çêdibin, qutkirina dengê heqîqetê ji tevahî gelê cîhanê û yên herêmê ye, da ku tu kes dengê vê şoreşê ne bihîze û îlhamê jê negire. Di encama êrişan de dema em her hevalekî xwe oxir dikin, ew îradeya me, girêdan û dilsoziya me, him bi axa me û him jî bi armanca me re bêhtir mezin dibe.”

Berîvan Yunis bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê jî û diyar kir ku ji bo pêşiya demokrasiyê bê girtin rojane êriş li ser rojnemevan û siyasetmedaran tê kirin.

Berîvan Yunis di dawiya axaftina xwe de qala biryara Îranê ya darvekirina Pexşan Ezîzî kir û diyar kir ku ew biryar hewldana qutkirina dengê heqîqetê ye û bang li raya giştî kir ku li dîjî wê biryara dermirovî bisekine.

Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bm-sa)