Xebatên Înisiyatîfa Nûn ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman diyar kir ku înisiyatîfê li gelek welatên Rojhilata Navîn ji bo danasîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan semîner dan, panel û civîn li dar xistine.

Xebatên Înisiyatîfa Nûn ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
4 hezîran 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Desthilata Tirk "cezayên dîsiplînê" yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, heta 6 mehên din dirêj kir. 

Têkildarî mijarê berdevka Înisiyatîfa Nûn a Ji Bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman ji ajansa me re axivî.

Sewsen diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan bigire û got, ruxmî ku hewl dide bi rêya sûcên qanûnî, ceza û tecrîdê bigihêje vê armancê, lê bi bin dikeve

Sewsen cezayên dîsiplînê di aliyê qanûnî de nirxandin û got: "Desthilata Tirk der heqê Îmraliyê de qanûnekî cudayî qanûna dewleta Tirk û destûra wê dimeşîne. Tu bingeh an jî lihevkirin an jî peymanek têkildarî wê qanûnê li herêmên din ên welêt nîn e. Wisa xuya ye ku dewleta Tirk Îmralî di aliyê qanûnî û erdnîgarî de ji herêmên din ên welêt cuda dike."

Sewsen diyar kir ku Înisiyatîf Nûn  a jinan e û hêza bîrdozî ji xwe re kiriye bingeh û li ser vê bingehê gelek xebat dane meşandin.

Înisiyatîfa Nûn ji dema hatiye damezirandin an ku ji (4`ê Hezîrana 2022`yan) ve , gavên piratîk di aliyê belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan de avêtine.  Înisiyatîfê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de 5’ê Nîsana îsal pêngaveke bi dirûşma "Hezar jin… dengek" dabû destpêkirin. Armanca vê pêngavê ew e ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan helwesteke yekgirtî yan jî li ser asta rêxistinan û hikumetan çêke da ku bi rêya têkiliyên xwe fişarê li desthilata Tirk bikin.

Li gorî Sewsen, wan bi van gavan xwestiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi jinan bidin nasîn, endamên nû ku tovikên civak û welatê xwe ne tev li xwe bikin ji bo ku vê ramanê belav bikin.

Sewsen da zanîn ku wan gelek panel û kongre li Lubnan û herî dawîn li Iraqê li dar xistiye, di wan çalakiyan de gelek pêşniyar hatine kirin ji bo ku ev raman belav bibe û têkoşîna di vî warî de berdewam bibe.

Li gorî Sewsen, însiyatîf bi rêya malpera xwe ya li ser Facebookê hewl dide ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin ruxmî ku hewldanên wan di aliyê çapemeniyê de têne astengkirin.

Sewsen bi bîr xist ku wan hewl daye çalakiyên xwe berfirehtir bikin û panel û kongreyên online têkildarî ramanên Rêber Abdullah Ocalan û mijarên cuda li dar xistine û piştî salekê, komeke endamên ku sala borî hatibûn perwerde dikin, dîsa perwerde bikin û ji bo endamên nû jî, perwerdeyên nû li dar dixin.

HEVDÎTINÊN BALKÊŞ Û BANDORA  DI ÇAPEMENIYÊ DE

Sewsen îşaret bi girîngiya wan çalakiyan kir û wekî mînak kongreya li Beyrûtê ku di havîna borî de hate lidarxistin, bi bîr xist û got: "Di wê kongreyê de, endamên înisiyatîfê yên ji welatên cuda hazir bûn. Di wê kongreyê de gelek pêşniyar hatin kirin û erêkirin. Înisiyatîfê meha borî, hevdîtineke girîng û perwerdeyeke 2 rojan ji endamên înisiyatîfê yên li Iraqê re li dar xist ku hejmara herî zêde ya endamên însiyatîfê li wir hene."

Endamên Înisiyatîfa Nûn tev li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn ku dîmenek kişandin û di dîmenê de ev doz, parvekirina wê bi derdorê re da ku daîreya nasîna pêngavê, şîrove kirin.

Sewsen destnîşan kir ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û diyar kir ku armancên wan ên şaxî yên girîng jî hene ku dixwazin ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û wiha domand: "Rast e Rêber Abdullah Ocalan di aliyê bedenî de girtî ye lê belê ew girtin rê li pêşiya belavkirina ramanên wî negirt. Armanca me ew e ku ev raman belav bibe, qeyd û pergalên dîktator û hovane yên li ser netewperestiyê û nijadperestiyê ava bûne û cudabûnê qebûl nakin, bişikîne."

Sewsen Şoman di dawiyê de got baweriya wan bi vê dozê heye û dê hewl bidin jinan û cîhanê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan wek murşidê rêya wan a ber bi azadiyê ve, bidin nasîn.

(şx)

ANHA