ˊZîlan hîna dengê rastî û azadiyê yeˊ

Kongra Star a Hesekê şehîd Zîlan di salvegera şehadeta wê ya 28ˊemîn de bi bîr anî û got şehîd Zîlna hîna dengê rastî û azadiyê ye.

ˊZîlan hîna dengê rastî û azadiyê yeˊ
ˊZîlan hîna dengê rastî û azadiyê yeˊ
ˊZîlan hîna dengê rastî û azadiyê yeˊ
ˊZîlan hîna dengê rastî û azadiyê yeˊ
ˊZîlan hîna dengê rastî û azadiyê yeˊ
30 hezîran 2024   23:09
HESEKÊ

Kongra Star li Parka Serdem a Hesekê ji bo bîranîna şehîd Zîlan di salvegera wê ya 28ˊemîn de çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Başo axivî û got: "Di şexê tevahî şehîdên jinên ku di oxira azadî û vîna gelê Kurdistanê de canê xwe daye de em bejna xwe li hember fedakariya wan ditewînin."

Evîn Başo wiha domand: "Dewletên kapîtalîst bi hemû rê û rêbazan hewl da bi komkujî û binpêkirinan gelê Kurdistanê tecrîd bike."

Evîn anî ziman ku şehîd Zîlan li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedaî li dijî hêzên dagirkeriya Tirk pêk anî.

Li aliyekî din jî li ser navê Kongra Star Semer Ebdullah axivî û got: "Em tevahî şehîdên di şoreşa jin de di oxira azadiyê de têkoşiyane bi bîr tînin."

Semer El Ebdullah diyar kir ku Zîlan hîna dengê rastî û azadiyê ye û ji malzaroka mirinê jiyan afirandin.

Çalakî bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ bi dawî bû.

(fr)