Ji bo zarokan akademiya werzîşê tê vekirin

Li Kantona Cizîrê, ji bo zarokên di navbera temenên 6-14 saliyê de akademiya werzîşê tê vekirin. Akademiyê li ser asta tevahiya Suriyeyê fermiyet girtî ye.  

Ji bo zarokan akademiya werzîşê tê vekirin
30 hezîran, 2024   11:39
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê, xebatên werzîşê yên ji bo zarokan derdixîne asta akademiyê. 

Deste ji sala 2017’an ve ji bo zarokên di navbera 6 û 14 saliyê de bi riya ofîsan perwerdeyên werzîşê yên futbol, voleybol, tenîs û hwd. dide.

Li ser pêşketina xebatan ku derdora 500 zarok hatin perwerdekirin, desteyê di sala 2024’an de biryar girt ku perwerdeyê di bin sîwaneya akademiyê de bên meşandin.

SIBE TÊ VEKIRIN

Di çarçoveya biryarê de li bajarê Qamişlo akademî hat avakirin. Akademiya ku navê, “Akademiya Werzîşê ya Heysem Kiço”Dê demêk nîzde bê vekirin. 

Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Sefwan Musa dane ANHA’yê, di akademiyê de wê li ser futbol, basketbol, voleybol, hentbol, tenis û avjeniyê perwerde werin dayîn.

Wekî destpêkê tenê di beşa futbolê de, amadekarî hatine kirin. Di vê beşê ji bo 200 kesan kontenjan hatiye veqedandin û heta niha malbatên 180 zarokan serlêdan kiriye. 

Di akademiya de wê bi ekîba ku ji 8 kesan (2 ji wan jin) pêk tê, ji saet 18.00 heya 19.00’an, li stadyumên Şehîdên 12’ê Adarê û Stadyuma Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo perwerdeyên teorîk û prartîk yên fotbolê bê dayîn.

WÊ LI BAJARÊN DIN JÎ ŞAX BÊN VEKIRIN

Sefwan Musa da zanîn ku ewê beşên din ên werzîşê jî, di demeke kurt de vebikin; pişt re jî li bajarên din ên Cizîrê şaxên akademiyê rêxistin bikin. Perwerdeyên li akademiyê wê 3 mehan dom bikin û ji şagirtên serkeftî re sertîfîka bê dayîn.

Ji bo perwerdeyê ji şagirtan tu heqdestî nayê girtin û pêdiviyên werzîşê wê bên pêşwazîkirin.

LI SER TEVAHIYA SURIYEYÊ FERMIYET GIRTÎ YE  

Li gorî Sefwan Musa akademiyê di ser asta Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û tevahiya Suriyeyê de, fermiyet girtiye û sertîfîkayên tê dayîn li van herêman derbas bin. Yanî şargirtinên xwediyên sertîfîkayê wê karibin bikevin tîmên werzîşê yên qada xwe. Her wiha dê karibin tevlî musabeqeyan bibin.

Sefwan Musa da zanîn ku ew dixwazin ji bo zarok û ciwanan jiyaneke bi tendurustî û disîplîn ava bikin da ku karibin di werzîşê de nûnertiya herêmê li Suriye û cîhanê bikin.

Heysem Kiço kî ye?

Heysem Kiço ku navê wî li akademiyê hatiye kirin, 1’ê Çileya 1976’an li Qamişlo ji dayîk bûye. Sala 1990’î tevlî tîma futbolê ya bi navê El Cîhad bûye. Sala 1996’an di tîma Ciwanan a Suryeyê de cîh girtiye û di sezonên 1998-1999 û 2000-2001’ê de di lîga futbolê ya Suryeyê de, bûye lîstîkvanê ku herî zêde gol avêtine. Heysem Kiço 16’ê Cotmeha 2002’yan di qezayek trafîkê ya bi guman de jiyana xwe ji dest da.

(a)

ANHA