Şahid: Leşkerên dagirker agir bi zeviyan xistin

Şahidên ji gundê Xerab Kort destnîşan kir ku wan dît ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn agir berda zeviyên çandiniyê yên gundewarê Qamişlo da ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.

Şahid: Leşkerên dagirker agir bi zeviyan xistin
4 hezîran 2024   03:45
QAMIŞLO 
SILAVA EBDUREHMAN

Duh (êvarê) leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor, agir berda zeviyên çandiniyê yên hemberî gundê Xerab Kort ê bakurê rojavayê Qamişlo û gundê Doda yê gundewarê Amûdê ya kantona Cizîrê.

Di encama şewatê de rûberên fireh ji zeviyên genim û reşreşikan şewitî. Yekser tîmên agirkujiyê berê xwe da herêmê û tevî ku ew ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin, agir vemirand.

Şahidan destnîşan kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn agir berda zeviyên çandiniyê.

Kamîran Ehmed ku bi çavê xwe bûyer dît û bi xwe ji gundê Xerab Kort e got: "Nêzî saet di 18:30 - 19:00'an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi molotofan agir berda zeviyên gund. Di encamê de rûberên berfireh ên zeviyên genim û reşreşikan ên gundên Xerab Kort, Doda û Tehlikê şewitîn. Li her deverekê nêzî 500 donim şewitî."

Ehmed wiha domand: "Dema ku şêniyên gund û tîmên agirkujiyê hewl dida agir vemirînin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi guleyan û bi awayekî rasterast tîmên agirkujiyê hedef digirtin da ku ew agir vemirînin."

Ehmed wiha berdewamî da axaftina xwe: "Şeva duh me ji tirsa re xew nekir ku agir berdin tevahiya gund. Ji ber ku piştî saet di 22:00'an de agir hat vemirandin, careke din agir bi nêzî gundê Doda ket û tîmên agirkujiyê heta saetên sibehê hewl dida agir vemirînin."

ˊNE JI TÎMÊN AGIRKUJIYÊ BÛYA HEMÛ ZEVÎ DIŞEWITÎNˊ

Şukrî Osman ê ji gundê Xerab Kort ku wî jî bûyer bi çavê xwe dît got: "Nêzî 500 donim zeviyên genim li gundê Xerab Kort şewitîn. Ne ji tîmên agirkujiyê bûya hemû zeviyên çandiniyê dişewitîn."

Berê jî di 20'ê Îlona 2018'an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker zarokê bi navê Ebdullah Berzan ê ji heman gundî ku bi zarokan re dilîst, hedef girt. Piştî nesaxiya 5 salan zarok jiyana xwe ji dest da.

Osman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe û di hemû aliyên jiyanê de şerê gelê Kurd dike û hewl dide aramî û ewlehiya herêmê têk bibe û got: "Lê belê em ji rêya xwe venagerin û em ê bidomînin, tev li hilbijartinan bibin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixin."

(mh)