Li Efrînê, di navbera çete û niştecihan de şerekî dijwar

Di navbera çeteyên Ehrar El Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û niştecihên li Efrînê dagirkirî de şerekî dijwar çêbû, di encamê de hin niştecih birîndar bûn.

Li Efrînê, di navbera çete û niştecihan de şerekî dijwar
30 hezîran, 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn –Sûriye daxuyand ku di navbera çeteyên Ehrar El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û niştecihên dewleta Tirk li bajarokê Heyanê bi cih kirine de şerekî dijwar rû da, di encamê de ji niştecihan gelek birîndar bûn.

Rêxistinê anî ziman ku 3 niştecih ji ber şer birîndar bûn.

Her wiha rêxistinê diyar kir ku li dijî kiryarên çeteyan li ser bendên kontrolê gel bi hêrs e û ji aliyê niştecihan ve bangên lidarxistina xwepêşandanan hene.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şamê li Efrîn bi taybet li Çerxeriya Qabanê gelek çete bi cih kirine.

(fr)