Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera 28’an a çalakiya xwe ya fedaî de li Herêm Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Lubnanê hat bibîranîn.

Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 7 navendan hat bibîranîn
30 hezîran 2024   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (30’ê Hezîranê) salvegera 28’an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) ye. Bi vê boneyê li deverên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Lubnanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin

KOBANÊ

Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê ji bo bîranîna şehîd Zîlan civînek li avahiya Komeleya Tîrêj a Astengdaran a li navenda bajarê Kobanê li dar xist.

Civîna ku bi dehan endamên saziyên civaka sivîl tev lê bibûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre  endama Ofîsa Jinan a Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Emîra Mihemed axivî. Emîra Şehîd Zîlan bi bîr anî û li ser çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan jî got: " Şehîd Zîlan wek bersiva li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û komploya li ser gelê Kurd û Rêbertiya me çalakiyek fedaî kir."

Emîra Mihemed di dawiyê de got dê heta kêliya dawiyê xwedî li mîrseya şehîdên azadiyê derkevin.

Beşdaran ku li ser çalakiya şehîd Zîlan nêrînên xwe anîn ziman  soza domandina xeta şehîdan da.

Civîn bi dirûşma" Şehîd namrin" û " Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi pêşengtiya rêxistina Kongra Star a bajarê Girkê Legê bi boneya 28`emîn salvegera a şehadeta Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci)  meşek hat lidarxistin. Meşa şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê tev lê bûn, bi dirûşma “Bi rihê fedatiya şehîdên hezîranê, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” meşek hat lidarxistin.

Meşevan bi bilindkirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan û bi berzkirina slogana "Jin, Jiyan, Azadî" û " Berxwedana jinan" ji qada Şehîd Xebat heta navenda Sûka bajarê Girkê Legê meşiyan.

Meş li navenda sûka bajar veguherî mîtingê. Di mîtingê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê Fatima Silêman axivî û diyar kir ku şehîd Zîlan li dijî xiyanet, newekhevî û komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî.

Mîting bi dirûşma `Şehîd namirin` û `Bê Serok jiyan nabe` bi dawî bû.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê bi hevkariya meclisên xwecih semînerek li ser têkoşîn û çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan da.

Semîner li avahiya Meclisa Gel a bajarê Hecînê bi beşdariya bi dehan jinan hat dayîn. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefa El Ehreş semîner da got, şehîd Zîlan dê di dîrokê de zindî bimîne.

Sefa El Ehreş li ser nameya şehîd Zîlan a ku dû xwe hiştiye jî diyar kir ku nameya şehîd Zîlan wateyên berxweda û îsrara di rêya azadiyê û şopandina xeta şehîdan de digire nava xwe.

Li herêma Meamil a rojavayê Dêrazorê jî semînerke ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê ve hat dayîn. Semîner bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih hat dayîn.

Di semînerê de çalakiya fadaî ya şehîd Zîlan û girîngiya wê di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de hat vegotin. Hate diyarkirin ku çalakiya şehîd Zîlan bûye pîvanek ku tevgera rizgariya jinan li ser wê dimeşe.

Rêvebera Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Eyşa El Hisên nameya şehîd Zîlan xwend.

Semîner bi berzkirina dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê jî civînek li hola Navenda Çandê bi beşdariya şêniyan hat lidarxistin. Di civînê de rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Ezarî El Feyhan bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Têkoşîn û fedakariyên şehîd Zîlan ji bo azadiya jin û civakê ji pergalên desthilatdar e. Lew re divê tevahî jinên cîhanê xeta şehîd Zîlan, Bêrîtan û têkoşerên din  wekî pîvanê  xwe rizgarkirina ji pergala baviksalar û avakirina civakeke demokratîk esas bigirin."

Di dawiya bîranînê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hat pêşandan.

QAMIŞLO

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê jî bi heman wesîleyê semînerek bi beşdariya endamên tevgerê li Parka Xwendinê da.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM’ê Leyla Murad nameyên şehîd Zîlan ên ji bo Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û jinên Kurd re hiştibû, xwendin.  Di dawiyê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rêxistina jinan de bi rêya sînevîzyonekê hat pêşandan.

BEYRÛT

Rêxistina Kongra Star a Lubnanê jî ji bo bîranîna şehîd Zîlan civînek  bi beşdariya bi dehan endamên kongreyê û Kurdên li Lubnanê li dar xist.

Di civînê de endama rêxistina Kongra Star a Lubnanê Zeyneb Efrîn dîroka têkoşîna jinên Kurd û  çalakiya şehîd Zîlan vegot. Zeyneb bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna armancên şehîd Zîlan têkoşînê geş bikin.

Endama koordînasyona Kongra Star a Lubnanê Cîhan Hesen nameya şehîd Zîlan xwend û çalakiya wê ya feadî vegot.  Cîhan soza domandina xeta şehîdan da.

Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîd Zîlan de bi sînevîzyonekê hat pêşandan.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyana nabe" bi dawî bû.

(ekîb/bb)

ANHA