Dr. Berwarî: Tirkiye hewl dide bi du qonaxan Başûr û Iraqê dagir bike

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navnetewî, Iraq û tevlîbûna PDK’ê erîşî Başûrê Kurdistanê dike û hedef dike bi 2 qonaxan tevahiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bike. 

Dr. Berwarî: Tirkiye hewl dide bi du qonaxan Başûr û Iraqê dagir bike
1 tîrmeh 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Cigirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivî.

‘PLAN DAGIRKIRINA YEKSER E’

Dr. Kamûran Berwarî bibîr xist ku rêbazên êrişên dewleta Tirk ên dijî Başûrê Kurdistanê guherîne û ev tişt anîn ziman: “Dewleta Tirk heta niha tişta kiribû hedef, pêk ne aniye. Di êrişên ji sala 1983`yan ve de, çend rojan diman û vedigeriyan. Yan jî hin cih bi dehan balafirên xwe bombebaran dikirin. Lê niha hewld dide ku yekser axa Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tenê leşker û çeteyên xwe derbasî Başûrê Kurdistanê ne kirine, bendên kontrolê danîne, nasnemeyên welatiyan digirin, belavokên ji bo sîxurtiyê belav dikin û ji bo valakirina gundan 24 saet dem didin. Dewleta Tirk, Başûr wekî perçeyekê axa Tirkiyeyê dibîne û hewl dide ku li ser wê axê serweriya xwe bide avakirin.”

‘PLAN DIJÎ STATUYA BAŞÛR E JÎ’

“Iraq li beramberî dewleta Tirk xwe lawaz dibîne”. Bi vê nirxandinê Berwarî diyar kir ku hikumeta Bexdayê heta niha nîşan nedaye ku parastina yêkrêzîya xaka Iraqê bike. Berwarî anî ziman ku peymanek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çê bûye û got: “Li gorî nêrîna min ji bo dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê peymanek veşartî heye. Li gorî peymanê, piştî dagirkirinê dê Tirk xwe ji hinek qadan vekişîne, hinek herêm jî di nav lepên wan de bimînin. Ev plan li beramberî herêmên Başûrê Kurdistanê û statûya Başûrê Kurdistan pêk hatiye.”

SENARYOYÊN MUHTEMEL…

Derbarê planên tên meşandin de Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser çend senaryoyan û ev wiha vegotin: “Ger Iraq dîsa hebûna Tirkiyeyê hincet nîşan bide û li seranserî sînor belav bibe; bi Tirkiyeyê re sînor kontrol bike, wê demê tu wateya hêza leşkerî ya Başûr û hikûmeta wê namîne. Iraq hewil dide herêma federal hilweşîne, destûra Iraqê bide referandumê. Piştî serdanên Tirkiyeyê ji bo Hewler û Bexdayê, plankirine ku Başûrê Kurdistanê di navbera Tirkiye û Iraqê de dizayn bikin.

Ger Tirkiye bikeve Iraq û Başûr wê ji van cihan dernekeve. Dibe ku PKK’ê wekî hincet nîşan bide, lê di qonaxa yekem de dixwaze Musil, Dihok, Sîlemanî, Hewlêr, Kerkûk, Diyala, Selehedîn dagir bike. Ger ev pêkanîn, di qonaxa duyem de jî dixwaze bi giştî Iraqê dagir bike. Ev planeke stratejîk a dewlet Tirk e.”

ÇIMA BÊDENGIN?

Berwarî anî ziman ku Tirkiye nikare bêyî destur û agahiya hêzên navnetewî, PDK û Iraqê nikare tu êrişan pêk bîne û dom kir: “Ji êrişên ser Başûrê Kurdistanê hêzên navnetewî, Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Îran agahdarin. Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji dagirkirina Tirkiyeyê re nîşaneya hevkariyê ye. Hatina leşkerên dewleta Tirk a li nava axa Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku hevbendî û rêxweşkirinek di navbera leşkerên Tirk, Iraq û PDK`ê de heye.”

‘46 MILYON KES ÎRADEYA XWE BI HÊSANÎ RADEST NAKIN’

Dr. Kamûran Berwarî, bal kişand ser helwesta gelên herêmê ya li dijî êrişên dagirkeriyê û da zanîn ku bi netewên cuda re 46 mîlyon kes li xaka Iraqê jiyan dikin; ev jî vîna xwe bi hêsanî radestî dewleta Tirk û çeteyên wê nakin.

‘DIVÊ GEL JI BÎR NEKE KU DIJÎ REJÎMA BAAS JÎ LI BER XWE DABÛ’

Berwarî da zanîn ku PDK’ê gelê Başurê Kurdistanê aniye asta radestkirina dewleta Tirk û çeteyên wî, lewma pêwîste dijî vê yekê berxwedanek hebe û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê  yê welat û niştîmanparêz jibîr neke ku dijî rejîma Baas a Saddam bi rojan berxwedanî kirine. Divê gelê Başûr li dijî van kiryaran bêdeng nemîne û biherike qadan. Girînge helwesta gelê me yê Kurdistanê bi giştî wisa be. Ji ber ku ev ne tenê pirsgrika rêxistin û sazîyekê ye, ya giştî gelê Kurdistanê ye.”

(a)

ANHA