WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin derzîkirin

Nûnerê WHO’yê yê li Filisînê ragihand ku derziyên li dijî felcbûnê dane zêdetirî 161 hezar zarokên ji 10 saliyê biçûktir ên li Xezayê.

WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin derzîkirin
3 îlon 2024   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) meha borî rewşeke felcbûnê ya zarokekî li Xezayê keşif kir.

Hemasê 31’ê Tebaxê bi armanca derzîkirina zarokan agirbestek ji bo hefteyekê qebûl kir. Sekreterê giştî yê NY`yê António Guterres 16`ê Tebaxê hemleya derzîlêdanê ragihandibû.

WHO ku ji ber şerê Îsraîl û Hemasê derzîkirina zarokên li Xezayê rawestandibû, beriya çend rojan dest derzîkirina zarokan kiribû. Di çarçoveya pêngavê de rojane 8 saetan derziyên li dijî felcbûnê dide zarokan.

Nûnerê WHO’yê yê li Filistînê Rick Peppercorn diyar kir ku rêxistinê di her du rojên destpêkê de derzî daye zêdetirî 161 zarokên jêrî 10 salî yên li herêma navîn a Xezayê. Her wiha got, li gorî hatibû plankirin diviybû 150 hezar zarok di du rojên destpêkê de hatibana derzîkirin.

Peppercorn anî ziman ku ji hejmara giştî ya zarokên jêrî 10 salî yên li Xezayê careyek hatine derzkirin û got: "Heye niha rewş baş derbas dibe. Heya niha agirbesta mirovî bi awayekî serkeftî derbas dibe. Hîna 10 rojên din li pêşiya me mane."

Nûnerê WHO’yê yê li Filistînê destnîşan kir ku ekîpên tenduristiyê wê di nava vê hefteyê de xwe bighînin nêzî 340 hezar zarokên li başûrê Xezayê, piştre jî dê berê xwe bidin bakurê Xezayê.

(bb)