Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin

Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin. Şênî teqezî bi guhertina siyasî û bicihanîna biryara 2254’an dikin.

Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin
3 îlon 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên bajarê Siweydayê îro jî li Qada Kerame kom bûn û bi dirûşma "Ji her girtiyek rayê re azadî" xwepêşandana xwe domand. Xwepêşandêran teqezî bi serbestberdana girtiyan û çareseriya siyasî li gorî biryara 2254’an kir.

Hikumeta Şamê hewl dide xwepêşandanên şêniyan rawestîne, lê şênî bê navber çalakiya xwe berdewam dikin.

(şx)