ʹPolîsên Leşkerîʹ welatiyekî Efrînî revand
Çeteyên ʹPolîsên Leşkerîʹ yên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî welatiyek revand.
Çavkaniyekî xwecih ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên ʹPolîsa Leşkerîʹ yên dewleta Tirk a dagirker roja yekşema borî welatiyê bi navê Ziyad Omer Hisên (43) ê ji bajarokê Meydankê revand.
Hat daiyrkirin ku welatî berî 3 mehan gihîşt bajarê Efrînê û ew li nêzî çerxerêya Maratê ya bajêr ber bi cihekî nediyar ve hat revandin.
Sûcên revandin û kuştinê li dijî şêniyên Efrînê yên ku dev ji mal û xaka xwe bernedane, didomin. Armanc jî koçberkirina wan bi darê zorê ye.
(mh)