WHO ji ber leza belavbûna Ebolayê bi fikar e

Rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê fikrên xwe li ser leza belavbûna vîrusa Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê anî ziman.

WHO ji ber leza belavbûna Ebolayê bi fikar e
19 gulan, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro got ew "ji ber leza belavbûna Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê pir bi fikar e”.

Ghebreyesus di roja duyemîn a civîna salane ya welatên endamên WHO`yê de got: "Em ê îro civîneke Komîteya Awarte li dar bixin da ku pêşniyarên demkî wergirin."

Berdevkê WHO`yê ji AFP’ê re got: "Civîneke Komîteya Awarte ji bo îro hatiye plankirin.”

Wezîrê tenduristiyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê şeva duşemê li ser televîzyona neteweyî ragihand ku ji 513 bûyerên bi gumana vîrusa Ebolayê, dibe ku 131 kes miribin.

(k)