WFP`ê 7.9 milyon dolar piştgirî da ziyandarên hişkesaliyê li Sûriyeyê

Bernameya Xurekê ya Cîhanê 7.9 milyon dolar piştgirî da ziyandarên hişkesaliyê yên li Sûriyeyê.

WFP`ê 7.9 milyon dolar piştgirî da ziyandarên hişkesaliyê li Sûriyeyê
5 tîrmeh, 2025   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bernameyeke piştgiriyê ya 7.9 milyon dolarî çalak kiriye da ku piştgiriyê bide cotkarên ku ji ber hişkesaliya herî xirab a li Sûriyeyê bandor lê bûye.

Alîkarî dê bigihêje nêzîkî 120 hezar kesan li deverên sereke yên çandiniyê.

Cîgirê rêveberê WFP’ê yê Sûriyeyê Xalid Osman, rewşa li Sûriyeyê wek "krîza rastîn a debara jiyanê" bi nav kir û destnîşan kir ku gelek cotkaran tevahiya berhemên xwe ji dest daye.

Rêxistina Xurekê ya Cîhanê (FAO) jî di Gulana borî de hişyarî da ku hişkesalî dikare bibe sedema têkçûna nêzîkî ji sedî 75’ê berhemên genim ên herêmê ku ewlehiya xurekê ya bi milyonan sûriyeyiyan dixe xetereyê.

Li Sûriyeyê barîna baranê ji sedî 50 kêm bûye, di encamê de zirara berfireh li sektora çandiniyê bûye û li gelek deveran berhemên çandiniyê têk çûye. Li gorî daneyan dê hilberîna genim îsal bi qasî 2.7 milyon ton kêm be.