Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser devera Şebiayê de welatiyek birîndar bû. ANN’yê jî ragihand ku di êrişa li bajarê Bint Cibêl de jî kesek hatiye kuştin.

Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir
5 tîrmeh, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera Şebiayê di êrişa Îsraîlê ya bi dronan de, welatiyek hatiye kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Nîştimanî ya Lubnanê jî diyar kir ku di êrişeke din a bi dronên Îsraîlê ya li ser herêma Sef El Hewa ya li bajarê Bin Cibêl a başûrê welat de, kesek hatiye kuştin.

(bb)