Li kampa Holê operasyona ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê
5 îlon, 2025   08:23
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê sibehê li kampa Holê ya rojhilatê Hesekê yê kantona Cizîrê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

Ev operasyon, di çarçoveya rêzeoperasyonên ewlehiyê yên berê de hatiye destpêkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê pêk anîbûn.

Ji çend salan ve li kampa Holê tevgerên zêde yên şaneyên DAIŞˊê hene. Ew şane valahiya ewlehiyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firset digire. Ew jî dibe sedema bêîstîqraraî û avakirina zemînekî ji bo çalakiyên DAIŞˊê.

Wê di saetên pêş de Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek fermî bide, hûrgilî û armancên operasyonê aşkera bike.

(fr)