Wezîrekî Lubnanê: Îranê dev şertê agirbesta berfireh berda

Wezîrekî Libnanî diyar kir ku Îranê li beramberî pereyên xwe dev ji şertê agirbestek berfireh berda.

Wezîrekî Lubnanê: Îranê dev şertê agirbesta berfireh berda
12 nîsan, 2026   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Dadê yê Lubnanê Adil Nasir destpêkirina danûstandinên rasterast ên Îranê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re wekî guhertinek bi nêzîkatiya xwe de nirxand û destnîşan kir ku Îranê şertê agirbestek berfireh terikandiye û bi armanca berdana pereyên xwe li ser maseya danûstandinan rûniştiye.

Adil Nasir li ser platforma xwe ya Xˊê nivîsand ku "Îranê dev ji şertê agirbesteke berfireh bedaye û bi armanca berdana pereyên xwe bi awayekî rasterast li ser maseyê bi DYAˊyê re rûniştiye."

Nasir di posta xwe de pirsî ku "Piştî hemû şer, êriş, trajed, û eniyên piştgiriyê, gelo niha hemû Lubnanî bawer in ku yekane vebijêrk û rizgarker Lubnan e, tenê Lubnan?"

(ac/fr)

ANHA