Konsulxaneya Amerîkayê ya Bexdayê serokkomarê Iraqê pîroz kir

Konsulxaneya Amerîkayê ya Bexdayê Serokkomarê Iraqê yê nû Nizar Amêdî pîroz kir.

Konsulxaneya Amerîkayê ya Bexdayê serokkomarê Iraqê pîroz kir
12 nîsan, 2026   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Konsulxaneya Amerîkayê li ser navê nûnerê Amerîkayê yê Iraqê li ser hesabê xwe yê fermî Xˊê ji bo Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî peyamek weşand.

Di peyamê de hate diyarkirin ku Nûnerê Amerîka pîrozbahiya xwe pêşkêşî Serokomarê Iraqê yê nû Nizar Amêdî dike.

Di dewama peyamê de hate destnîşankirin ku Amerîka amade ye ku ji bo pêşerojeke serwer, aram û pêşketî bi rêveberiya nû ya Iraqê re bixebite.