Wezîrekî Îsraîlî: Her rêkeftineke gengaz di navbera Amerîka û Îranê de bêqîmet e

Wezîrekî Îsraîlî diyar kir ku her rêkeftineke gengaz di navbera DYA û Îranê de wê "bêqîmet" be. Wezîr da zanîn ku vebijarka rûbirûbûna leşkerî bi Tehranê re hîn jî li ser maseyê ye.

Wezîrekî Îsraîlî: Her rêkeftineke gengaz di navbera Amerîka û Îranê de bêqîmet e
8 sibat, 2026   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Eli Cohen got ku her rêkeftineke muhtemel di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de wê "bêqîmet" be, vebijarka rûbirûbûna leşkerî bi Tehranê re hîn jî pêşniyarkirî ye.

Malpera Îsraîlî Ynet ku xwe dispêre Cohen gotiye "her rêkeftinek bi rejîma niha ya Îranê re bêqîmet e", her wiha guhertina rejîmê li Tehranê di berjewendiya welatên derdorê de ye.

Ev daxuyanî piştî destpêkirina danûstandinên Amerîka û Îranê li paytexta Umanê Mesqetê roja înê hatin dayîn. Di heman demê de Cohen anî ziman ku ger Îsraîlî gef rasterast li dijî ewlehiya wê ne wê tev bigere.

(ac/fr)

ANHA