Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê îstîfa kir

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê ji ber nakokiyên bi serokwezîr re li ser planên xercên parastinê û xurtkirina hêza leşkerî, îstifa kir.

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê îstîfa kir
11 hezîran, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê John Healey ji ber nakokiyên bi serokwezîr Keir Starmer re li ser xercên parastinê îstîfaya xwe ragihand.

Healey anî ziman ku serokwezîr der barê pêşniyara xwe ya ji bo xurtkirina hêza leşkerî de “negihaştiya wê astê ku bi vê rewşê re rabe”.

Çav li rê ye ku Keir Starmer di demeke nêzîk de hûrgiliyên planê aşkera bike. Li gorî hin agahiyan, plan piştî nakokiyeke di navbera nivîsgeha serokwezîr, Wezareta Parastinê û xezîneyê de, hatiye sivikkirin û guhertin li ser hatine kirin.

Healey di nameyek ji bo Starmer de diyar kir ku plana veberhênana parastinê "ji tiştê ku ji bo parastina welêt di vê dema krîtîk de hewce ye, pir kêmtir e”.

Her wiha got: "Bêyî planeke ku bersiva mezinbûna kêliyê bide, ez xwe neçar dibînim biryarên ku amadebûna hêzên me kêm bikin û xetereyên li ser kesên beşdarî operasyonan dibin zêde bikin û dibe ku welat kêmtir ewle bikin, bidim."

(bb)