Şandeya Zanîngeha Kobanê tev li sempozyûma li Zanîngeha Îtalyayê bû

Li ser vexwendina organîzetoran şandeya ji Zanîngeha Kobanê tev li sempozyûma navneteweyî ya "Sûriya ber bi ku ve?" ya li Zanîngeha Turinyoya Îtalyayê bû.

Şandeya Zanîngeha Kobanê tev li sempozyûma li Zanîngeha Îtalyayê bû
Şandeya Zanîngeha Kobanê tev li sempozyûma li Zanîngeha Îtalyayê bû
Şandeya Zanîngeha Kobanê tev li sempozyûma li Zanîngeha Îtalyayê bû
11 hezîran, 2026   17:04
KOBANÊ

Di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo xurtkirina têkiliyên akademîk ên navneteweyî de, li ser vexwendina organîzetoran şandeyek ji Zanîngeha Kobanê beşdarî sempozyûma navneteweyî ya li ser pêşeroja Sûriyeyê ya li Zanîngeha Turinyoya Îtalyayê bû.

Li Zanîngeha Turinyo sempozyûma navneteweyî ya "Sûriya ber bi ku ve?", bi beşdariya komeke ji akademîsyen û lêkolînerên navneteweyî dest pê kir. Şandeyeke fermî ji Zanîngeha Kobanê li ser vexwendina organîzatoran beşdar bû.

Di sempozyûmê de hevserokê Zanîngeha Kobanê Mamoste Şervan Mislim û berpirsê Têkiliyên Giştî Dr. Eşref Mehmûd beşdar in. Di rûniştinan de veguherînên siyasî, civakî û aborî yên li Sûriyeyê û perspektîfên qonaxa din werin nîqaşkirin.

Di çarçoveya sempozyûmê de, Mamoste Şervan Mislim dê gotarekê bi navê "Hevtemamkirina Akademîk û Ezmûna Saziyên Perwerdehiya Bilind li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" pêşkêş bike, ku tê de ew ê vîzyona zanîngehê ji bo perwerdehiya bilind li welêt pêşkêş bike.

(fr)