Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihişt Tirkiyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, piştî Qahîreyê îro danê sibehê ji bo beşdarbûna sêyemîn civîna Kafkasya Başûr ya li Stenbolê, gihişte Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihişt Tirkiyê
18 cotmeh, 2024   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Erebî ragihand ku di danê sibehê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo beşdarbûna sêyemîn civîna Kafkasya Başûr ya li Stenbolê were lidarxistin, gihişte Tirkiyeyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku biryare Ebas Eraqçî li gel wezîr û berpirsên payebilind ên welatên mêvandar re hevdîtinên şêwirînê yên dualî jî pêk bîne.

Hêjayî gotinêye ku çend rojin Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo welatên Rojhilata Navîn rêze serdan destpêkiriye. Ji bo têkilarî şerê li Xeza û Lubnanê zextê li ser Îsraîlê bikin, serdana welatên weke Iraq, Suriye, Misir, Urdun û herî dawî jî Tirkiyeyê kir.