PDK li Dihokê rêgezên Komîsyona Hilbijartinê binpê dike

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, li ber navendên dengdanê yên li sînorê Dihokê, ji aliyê PDK’ê ve kartên dengdanê têne belavkirin.

PDK li Dihokê rêgezên Komîsyona Hilbijartinê binpê dike
18 cotmeh, 2024   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li seranserê Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destpê kir û biryare heta saet 18:00’an dewam bike.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, li ber navendên dengdanê yên li sînorê Dihokê, ji aliyê PDK’ê ve kartên dengdanê têne belavkirin.

PDK bi vê yekê rêgezên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê binpê dike.

Hêjayî gotinêye ku beriya niha jî çavkaniyek ragihandibû ku PDK’ê ji hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hezar û 500 kesên ji eşîra Doskî û Gerdî yên li Bakurê Kurdistanê, ji bo dengên sixte bikarbîne aniye Dihokê.