Li herêma Kefer Sosê ya Şamê dengê teqînekê hat bihîstin

Li herêma Kefer Sosê yê Şamê dengê teqîneke xurt hat bihîstin. Li gorî agahiyan, li pêş deriyê îstîxbaratê yê giştî teqîneke xwekujî pêk hatiye û di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine kuştin.

Li herêma Kefer Sosê ya Şamê dengê teqînekê hat bihîstin
30 cotmeh, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li herêma Kefer Sosê yê Şamê dengê teqînek bihêz hat bihîstin û bû sedema tirs û xofê di nava şêniyên herêmê de.

Li gorî agahiyan, sedema teqînê, çeteyekî DAIŞˊê xwe li pêş deriyê avahiya îstîxbarata giştî ya herêmê teqandiye û di encamê de 4 endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine kuştin.

Heta vê kêliyê hikumeta veguhêz tu daxuyaniyek ku rastiyê û hûrgiliyên teqînê aşkera bike, nedaye.

(fr)