Wezareta Derve ya Îsraîlê: Li Sûriyeyê Kurd rûbirûyî koçberî û zordariyê ne

Wezareta Derve ya Îsraîlê hişyarî der barê "qirkirina bêdeng" li dijî pêkhateyên li Sûriyeyê de da û diyar kir ku Kurd ji ber nasnameya xwe di koçberî û zordariyê re derbas dibin. Wezaretê bang li civata navneteweyî kir ku li hember van binpêkirinan bê deng nebe.

Wezareta Derve ya Îsraîlê: Li Sûriyeyê Kurd rûbirûyî koçberî û zordariyê ne
26 ÇILE, 2026   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Îsraîlê hişyarî da ku pêkhateyên Sûriyeyê "bi bêdengî tên qirkirin". Wezaretê da zanîn ku Kurd li Sûriyeyê ji ber nasnameya xwe di koçberî û zordarî derbas dibin.

Wezareta Derve ya Îsraîlê peyamek li ser hesabê xwe yê Xˊê parve kir. Di peyama wezaretê de hat gotin ku: "Di demekê de cîhanê bi sernavên nûçeyên cihêreng re mijûl dibin, li Sûriyeyê hindikahî tên îmhakirin û bi bêdengî tên qirkirin."

Wezaretê bi taybet bal kişand ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û diyar kir ku "Kurd li Sûriyeyê ji ber nasnameya xwe bi koçberî, zordarî û tundiya sîstematîk re rû bi rû ne, ji ber vê di zordariyê re derbas dibin.

Wezareta Derve ya Îsraîlê bêdengiya cîhanê rexne kir û da zanîn ku "Mafên mirovan cîhanî ne, divê bi awayekî bijartî dan û standin neyê kirin. Bêdengiya li hember van binpêkirin, qetilkirin, windakirinên bizorê nayê wateya bêalîbûnê."

(fr)