Wezareta Derve ya Amerîkayê dersînorkirina vîze sepand ser 14 rayedarên sûriyeyî

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê bang li hikûmeta Şamê û aktorên din li Sûriyeyê kir ku dest ji sûcên rûreş ên windakirin û revandinê berdin û bi bîr xist ku Washington sînordarkirina vîzeyê sepandiye ser 14 rayedarên hikûmeta Şamê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dersînorkirina vîze sepand ser 14 rayedarên sûriyeyî
30 tebax, 2024   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê ragihand ku Washingtonê dersînorkirina vîzeyê sepandiye ser 14 berpirsên hikumeta Şamê ji ber ku destê wan di revandina welatiyan de heye. 

Wezaretê bi bîr xist ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken Adarê dersînorkirina vîzeyê sepandibû ser 21 rayedarên hikumeta Şamê.

Wazaretê got bi destê hikumeta Şamê zêdetirî 96 hezar jin, mêr û zarok hatine revandin.

Her wiha bang li hikumeta Şamê û aktorên din li Sûriyeyê kir ku sûcên rûreş ên revandin û windakirina welatiyan, berdin û girtiyan serbest berdin, cenazeyên girtiyên mirine, vegerin malbatên wan û bi niyeta baş bi saziya serbixwe bidin û bistînin ku ji bo windahiyên li Sûriyeyê, nû hatiye avakirin.

(mh/şx)