Şêniyên Siwêdayê teqezî bi daxwazên xwe kirin

Şêniyên bajêr bajarê Siwêdayê di Roja Windahiyan a Cîhanê de xwepêşandaneke navendî li dar xist û teqezî bi berdewamkirina xwepêşandanan heta pêkanîna daxwazên wan kirin.  

Şêniyên Siwêdayê teqezî bi daxwazên xwe kirin
30 tebax, 2024   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gund û bajarokên Siwêdayê li qada Keramê xwepêşandaneke navendî li dar xist. 378 roj e xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in.

Xwepêşandêran bi boneya Roja Windahiyan a Cîhanê bi rêya pankartan, teqezî bi guhertina siyasî li gorî biryara 2254, serbestberdana girtiyan, redkirina tundiyê û tundrawiyê û hilweşandina rejîmê kirin.  

(mh)