Welatiyên Ermenî: QSD sivîlan diparêze

Welatiyên ji pêkhateya Ermenî bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku li kêleka QSD’ê bisekinin. Her wiha destnîşan kirin ku armanca QSD’ê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parastina sivîlan e.

Welatiyên Ermenî: QSD sivîlan diparêze
5 kanûn, 2024   04:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rojên dawîn de êrişeke mezin li ser Heleb û gundewarên wê pêk anîn, bi taybetî êrişên xwe li ser gelê Kurd li vê herêmê giran kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî seferberiya giştî ragihand.

Welatiyên ji pêkhateya Ermenî plan û êrişên dagirkeriyê yên li ser gelên herêmê şermezar kirin.

Mariya Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li pişt hemû êriş û binpêkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê ye, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe şandiye û dixwaze herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.

Mariya Îbrahîm diyar kir ku li dijî van êrişan ciwanên Ermenî piştgirya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dkin. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî kir ku çareseriyeke siyasî pêk bînin ku mafên hemû gelên Sûriyeyê yên hemû pêkhateyan misoger bike.

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermeniyan Îmad Teteriyan jî got bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, hemû li gorî lihevtineke navdewletî û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tên, bi armanca berfirehkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyeyê.

Îmad Teteryan diyar kir ku tişta niha li dijî gelê Efrînê û Şehbayê diqewime û koçberkirina bi darê zorê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, berî sed salan bi serê gelê Ermenî hatiye, dîse bi destê heman dewletê.

Teteryan destnîşan kir ku tenê QSD, YPG û YPJ dikarin axa Sûriyeyê biparêzin. Her wiha da zanîn ku ciwanên Ermenî ji bo parastina herêmê xwe amade dikin tevlî van hêzan bibin.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk Losnak Kavoryan jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina bajarên Sûriyeyê destekê dide çeteyan, her wiha destnîşan kir ku bilindkirina ala Tirkyeyê li ser keleha kevnar a Helebê nîşanek e ku herêm ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Di dawiya axaftina xwe de Losnak Kavoryan destnîşan kir ku QSD ji bo parastina gelên herêmê ji komkujî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê dikoşe.

(k)

ANHA