‘Azadiya me bi azadkirina Rêberê me dest pê dike’

Şêniyên ji bajarê Amûdê diyar kir ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û got "Em dê berxwedanê bidimînin heya serokê xwe di nava xwe de dibînin."

‘Azadiya me bi azadkirina Rêberê me dest pê dike’
5 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

Şêniya bi navê Saliha Mistefa diyar kir ku desthilata Tirk çi qasî pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran bike jî dê nekare pêşî li fikir û felsefeya wî bigire û got: "Em ê bi rêberê xwe û ramanên wî ve girêdayî bin ta wî di nava xwe de bibînin."

Saliha bal kişand ser komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewletên faşîst ji fikir û felsefeya wî k u banga aştiyê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de dike ditirsin, lew ra komplo li dijî wî pêk anî."

Saliha Mistefa bi van gotinan bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir: "Çima der barê rewşa Rêbertî de yê ku ji bo azadiya gel û welatê xwe û azadiya tevahî gelên bindestî tê dikoşe bêdengî heye?"

Welatiyê bi navê Nûra Gêlo jî destnîşan kir ku pergala îşkence û qirkirinê  li dijî Rêber Abdullah Ocalan tenê nine, lê li dijî tevahî pêkhateyan e.

Nûra got: "Em hemû bi ramanên demokratîk ên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Em vê pergala zalim a li dijî wî qebûl nakin. Em ê li qadan bin heya azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

Nûra Gêlo bang li hemû jinan kir ku xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.

Welatiyê bi navê Miheme Seîd Ferso jî got: "Armanc ji şidandina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Serok Apo şikandina vîna gel e. Rast e Serok Apo di nava 4 dîwaran de dîlgirtî ye, lê ramanên wî azad in."

Ferso diyar kir ku azadiya wan bi azadkirina Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Çi kesên ku dibêjin mafên mirovan diparêzin, bila bizanibin ku azadiya me bi azadiya serokê me dest pê dike. Bê Serok jiyana nabe. Tu kes nikare îradeya me bişkîne, ji ber ku em îradeya xwe ji îrade û berxwedana Rêberê xwe digirin."

Seîd Ferso di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em ê xeta şehîdên ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo vexwarine û ji bo gel û welatê xwe cane xwe feda kirine bidomînin. Em ê heya bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî li qad û kolanan bin."

(bb)

ANHA