Welatiyekî Minbicê bi guleya artêşa Tirk birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker welatiyekî Minbicê li nava zeviyên wî bi guleyan birîndar kir.

Welatiyekî Minbicê bi guleya artêşa Tirk birîndar bû
11 hezîran, 2024   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 17:30ˊan vê êvarê de welatiyê bi navê Mihemed El Casim (45) dema li nava zeviya xwe ya li gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê dixebitî bi guleyan birîndar kir.

Li gorî navendê welatî di lingê xwe de birîndar bûye û rakirin nexweşxaneya Minbicê.

(fr)