Welatiyê di êrişa li Humsê de birîndar bûbû wefat kir

Hat hînbûn ku welatiyê ji Humsê yê xwediyê dikana goşt ê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê di êrişa li Humsê de birîndar bûbû wefat kir
8 hezîran, 2026   20:27
HUMSÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê diyar kir ku îro li taxa Ermen a bajarê Humsê di êrişa gulebaranê de êrişkar û xwediyê dikana goşt mirin.

Nûçegihan da zanîn ku xwediyê dikana goşt Elî Îsmaîl ji ber birîna xwe ya giran a ji ber guleyê wefat kir.

Nûçegihan anî ziman ku çekdar êrişî "Goştgeha Xedîr" kir, gule avêt xwediyê dikanê, di encamê de bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê piştî guleberdanê êrişkar reviya, lê birayê xwediyê dikanê da pey wî û pevçûn derket, çeka êrişkar ji dest girt û gule berda wî.

Hat diyarkirin ku çekdar ji ber birîna xwe mir û dûre jî xwediyê dikanê Elî Îsmaîl jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA