‘Asta jinan di wêjeyê de gelekî bi pêş ketiye`

Helbestvan û nivîskarên jin diyar kir ku divê wêjevanên jin pirsgirêka zayendperestiyê belge bikin û nasnameya çandî ya jinan biparêzin.

‘Asta jinan di wêjeyê de gelekî bi pêş ketiye`
9 hezîran, 2026   03:15
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Wêjevanên jin der bare girîngiya nivîsandinê de ji ajansa me re axivîn.

Endama Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê Narîn Metînî wiha axivî: “Bi nivîsandinê re nasnameya gel tê parastin û dikare li hemberî êrişan tê bikoşe. Di van salên dawiyê de hejmara jinên Kurd ên xebatên wêjeyî zêde bûye. Jin bûn nivîskar û çand bi pêş xistin. Jinên Kurd bi rêya wêjeyê dikarin nûnertiya doza xwe bikin û biparêzin. Em dengê gel in û sembola jinê ne. Jinên Kurd ên nivîskar dikarin nasnameya neteweya Kurd biparêzin û dengê wan bigihînin cîhanê. Di dema rejîma Baasê de hejmara jinên nivîskar sînordar bû. Niha gelek jin çîrok, helbest, dîrok, gotar û şanoyan dinivîsin. Divê em wêjeya kurdî li tevahiya cîhanê belav bikin.”

Narîn Metînî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê nivîskar û helbestvanên jin di xebatên xwe de hîn zêdetir girîngiyê bidin pirsgirêka jinan. Jinên Kurd ji bo jinên cîhanê bûne mînak."

`DIVÊ JIN MAFÊN XWE YÊN NIVÎSANDINÊ BIPARÊZIN`

Helbestvan û endama yekitiyê Diyala Elî behsa nivîsandina xwe ya helbestan kir û got: "Bavê min helbestvan bû û ez ji bavê xwe fêrî nivîsandina helbestan bûm. Ji bo ku tu binivîsî divê tu gelekî bixebitî, bixwînî û lêkolînan bike. Ev bûye 5 sal ez dinivîsim. Dîwana min a helbestan bi navê Demsalên Bêşadî heye û ez her tim helbestan dinivîsim.”

Ji bo pêşketina wêjevaniya jinên Kurd Diyala wiha axivî: "Berê mêran li ser jinan dinivîsand lê di vê pêvajoyê de jin li ser jinan dinivîsin. Hinek civak hene ku mîna berê nêzî jinan dibin û astengiya li pêşiya xebatên jinan çêdikin. Jin divê mafê xwe yê nivîsandinê biparêze û hebûna xwe biparêze. Ez bi hêvî me ku hemû jin bikarbin dengê xwe bighînin cîhanê. Nivîsandin berpirsyartiyeke ji jin û mêran tê xwestin û divê bi riya nivîsandinê em pirsgirêkên mirovî û civakî bînin ziman."

(np)

ANHA