Di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest
Hate ragihandin kuk Îran û Îsraîlê li ser agribestê li hev kirine.

Li gorî Desteya Fermî ya Radio û Televîzyonê ya Îranê, barbanga îro lihevkirineke agirbestê bi Îsraîlê re çêbûye.
Televîzyona fermî ya Îranê di weşana zindî de ragihand "Dijmin neçar ma ku agirbestê qebûl bike."
30 deqîqe beriya agirbestê Îranê 6 fûze avêtin Îsraîlê. Îsraîlê ji aliyê xwe ve ragihand ku wan fûze xistine.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqcî der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yê X’ê parve kiribû "Di wê kêliyê de tu lihevkirineke fermî li ser agirbestê an jî bidawîkirina operasyonên leşkerî de tune bû."
Her wiha gotibû "Eger Îsraîlê saet 04:00’an li gorî dema Tehranê êrişên xwe yên derqanûnî yên li ser gelê Îranê rawestîn, hingî tu niyetên me yên domandina bersivdayînê nîn in."
6 saet beriya ragihandina agirbestê, Serokê DYA'yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal îdia kiribû ku Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke tam û topyekûn li hev kirine. Trump gotibû agirbest wê piştî 6 saetan destpê dike û wê 12 saetan dewam bike.
(bb)