Washingtonê ceza li 32 kesayet û statuyên girêdayî Îranê dan

Washingtonê ceza li 32 kesayet û statuyên li Îranê û welatên din bi sedema piştgiriya sîstemên mûşek û balafirên bêmirov ên Îranê û pêşkêşkirina madeyên qedexe ji Îranê re, da.

Washingtonê ceza li 32 kesayet û statuyên girêdayî Îranê dan
13 mijdar, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ceza li 32 kesayet û statûyên li Îran, Îmarat, Tirkiye, Çîn, Hong Kong, Hindistan, Almanya û Ukraynayê da. Hat diyarkirin ku wan kesayet û statuyan destek da sîstemên mûşek û balafirên bêmirov ên Îranê û madeyên qedexe pêşkêşî wê kirin.

Wezaretê diyar kir ku ceza li torên mezin ên derbaskirina sotemeniya mûşekan û madeyên din, hatin dayîn.

Her wiha, wezaretê destnîşan kir ku armanc ji cezayan ew e ku Tehran nekare çekan hilberîne û ew negihêje pergala darayî ya Amerîkayê.

Wezaretê diyar kir ku ev gav li gorî nameya sereke ya Ewlehiya Neteweyî ya hejmar 2 ya pêşîgirtina li sîstema mûşekên balîstîk ên Îranê û astengkirina hilberîna çekên pêşketî yên Îranê, hatiye avêtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha borî de wezaretê ceza li 4 kesayet û 12 statuyan bi sedema ku wan pere ji Pasdarên Îranê û Wezareta Berevaniyê ya Îranê re vediguhastin, dan.

(mh)