Di Cotmehê de 22 operasyon li dijî DAIŞ'ê hatin kirin

Di navbera Cotmeh û Mijdarê de 22 operasyon li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin pêkanîn, di encamê de 5 çete hatin kuştin û 19 çete hatin girtin.

Di Cotmehê de 22 operasyon li dijî DAIŞ'ê hatin kirin
13 mijdar, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan û hevkarên wan ên li Sûriyeyê di meha borî de 22 operasyon li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne.

CENTCOM'ê diyar kir ku operasyon ji 1'ê Cotmehê heta 6'ê Mijdarê bi rêya hêzên erkên hevbeş hatin pêkanîn û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 19 çete hatin girtin.

Ajansa me di raporekê de diyar kiribû ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmehê de 6 operasyonên ewlekariyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne û di encamê de 79 çete hatine girtin, ji wan 2 serçete bûn. Her wiha gelek çek û cebilxane û teqemenî hatine desteserkirin.

Girêdayî wê, fermandarê CENTCOM'ê admîral Brad Cooper got wan gefa DAIŞ'ê li Sûriyeyê têk bir û ew ê şopandina şaneyên DAIŞ'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî bidomînin.

Cooper di civîneke Îlona borî de girîngî bi vegerandina girtî û koçberên kampa Hol û Roj ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo warê wan, da û got hejmara niştecihên kampan ji 70 hezar bûye kêmtirî 30 hezar.

Cooper got vegerandina beşên lewaz ên niştecihên wan kampan berî ku fikrê tundraw wergirin ne tenê karekî mirovî ye, her wiha ew pêşîgirtina li vegera DAIŞ'ê ye jî.

(mh)