Washingtonê 3 şaxên Îxwan El Muslimîn xistin lîsteya terorê

Rêveberiya Trump ragihand ku 3 şaxên koma Îxwana El Muslimîn ên li Lubnan, Urdin û Misrê xistin lîsteya terorê û ceza li wan birîn.

Washingtonê 3 şaxên Îxwan El Muslimîn xistin lîsteya terorê
13 ÇILE, 2026   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya serokatiya Amerîkayê Donald Trump 3 şaxên koma Îxwan El Muslimîn ên li Lubnan, Urdin û Misrê xistin lîsteya terorê û ceza li endamên wan birîn.

Wezaretên Gencîne û Derve yên Amerîkayê şaxên koma Îxwan El Muslimîn ên li Lubnan, Misr û Urdinê xistin lîsteya terorê û diyar kir ku ew li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berjewendiyên wê xeter e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku ev gav temsîla destpêk hewldana berdewam a rûbirûbûna tundiya vê komê û çalakiyên wê yên têkbirina îstîqrarê ye.

(fr)