Gundên Dêr Hafirê tên topbarankirin

QSDˊê ragihand ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê malên gundên bakurê rojhilatê bajarê Dêr Hafirê bi çekên giran û 2 dronên xwekujî hedef girtin.

Gundên Dêr Hafirê tên topbarankirin
13 ÇILE, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên hikumeta demkî bi çekên giran êrişî gundên Resim Kirom û Îmam ên bakurê rojhilatê bajarê Dêr Hafirê kir.

Di daxuyaniya QSDˊê de hat diyarkirin ku hemwextî êrişên bi çekên giran, çeteyan bi 2 dronên xwekujî êrişî malên li wan gundan kirin.

(fr)