Zarokê di êrişa li ser nexweşxaneyê de birîndar bûbû, şehîd ket

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye ragihand ku zarokê bi navê Mihemed Ebdurehman Berekat (8 meh) ê ku ji ber gaza îsotê ya li dijî Nexweşxaneya Xalid Fecir a Şêxmeqsûdê ya Helebê birîndar bûbû, şehîd bû.

Zarokê di êrişa li ser nexweşxaneyê de birîndar bûbû, şehîd ket
13 ÇILE, 2026   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bi daxuyaniyekê ragihand ku zarokê bi navê Mihemed Ebdurehman Berekat (8 meh) ê ji ber gaza îsotê ya li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê birîndar bûbû, şehîd bû.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di êrişên li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de gaza îsotê bi kar anîn, li kêlek bi dehan welatiyên zirar dîtine, zarokê bi navê Mihemed Ebdurehman Berekat ê 8 mehî hebû. Lê di rêwîtiya koçberiya bi saetên dirêj a ji Helebê heta bi Hesekê, tevî serma û bendewariya li ser bendên kontrolê, zarok vê sibehê (13 Çile 2026) şehîd bû.

Di êrişên dijwar û topbaranên bizanabûn ên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi kar dianîn, li gelek bi dehan welatî şehîd bûn, hejmarek zarok jî şehîd bûn û hin jî birîdnar bûn. Ev sûca dermirovî ye û dikeve xana sûcên şer.

(fr)