Li başûrê Îranê dengê teqînan hat bihîstin

Li herêmên Kenarek, Bûşehr û Bender Ebas ên başûrê Îranê dengê teqînan hat bihîstin.

Li başûrê Îranê dengê teqînan hat bihîstin
9 tîrmeh, 2026   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li hejmarek devên başûrê Îranê dengê teqînan hat bihîstin. Li gorî raporan, tê texmînkirin ku Amerîkayê êrişên asîmanî li dijî nuqteyên li Îranê pêk anîne.

Ajansa "Mehr" ya Îranê ragihand ku li bajarê Kenarek ê başûrê rojhilatê Îranê herî kêm 6 teqîn hatiye bihîstin,  her wiha li dora Bûşehr, Çogadak û Bender Ebas jî du teqînên din qewimîne, lê tu agahî der barê cewherê armancan an jî asta zirarê de nehatiye aşkerakirin.

Ev yek, ligel zêdebûna aloziyê di navbera Washington û Îranê de û piştî ku CENTCOMˊê ragihand ku zêdeyî 170 êrişî di 2 rojan de li dijî nuqteyên li Îranê pêk anîne, pêk hat.

(fr)