Washington tevî hewldanên El Şari deriyên xwe ji Şamê re venake

Bi pêşkêşkirina pêşniyarên aborî yên balkêş, di nav de avakirina Birca Trump li Şamê û sivikkirina aloziyan bi Tel Evîvê re El Şeri hewl dide ku xwe nêzî rêveberiya Amerîkayê ve bike. Lê diyar re rêya ber bi Washington’ê ve ne amade ye, ji ber ku rêveberiya Amerîkayê asta şertên xwe yê nsiyasî û ewlehî bilind kiriye.

Washington tevî hewldanên El Şari deriyên xwe ji Şamê re venake
12 gulan, 2025   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Deshilata Şamê bi her awayî hewl dide xwe nêzî rêveberiya Amerîkayê bike. Têkildarî mijarê, Reutersê di raporeke xwe de amaje bi wê yekê kir ku serokê deshilata Şamê Ehmed El Şari dixwaze di gera xwe ya li herêmê de bi serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Her wiha di rapora Reutersê de hat diyarkirin ku El Şeri yê ku hewl dide Sûriyayê ji nû ve di nexşeya herêmî û navneteweyî de bi cih bike bi zimanekî pevguherîna berjewendiyan li deriyên Washingtonê dide û gurzek tewşîqên aborî û hevkariya dualî danî ser maseyê.

Hin çavkaniyên şopîner aşkera kir ku deshilata Şamê ji bo îqnakirina Koşka Spî sê mijarên sereke pêşkêş kirine; di nav wan de erêkirina avakirina Birca Trump li navenda Şamê, aramkirina aloziyên bi Til Evîvê re û dayîna avantajê ji bo Washingtonê di girêbestên enerjiya Sûriyeyê de, da ku sizayên Amerîkayê yên ku aboriya welat kilît kirine sivik bibin.

Reuters’ê diyar kir ku rêya ber bi Koşka Spî ve bi qasî ku desthilata Şamê hêvî dike xweş xuya nake, nemaze ji ber ku berpirsên Amerîkî dibînin ku gavên Şamê avêtine têrê nakin.

Di heman çarçoveyê de Reutersê anî ziman ku Washingtonê asta şert û mercên xwe kir zêdetirî 12 mercan; ya herî giring ji wan dûrxistina çekdarên biyanî ji nava hêzên deshilata Şamê ye.

Der barê xwezaya peywendiyên di navbera Amerîka û deshilata Şamê de, nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê Dorothy Shea ragihand ku welatê wê "reftarên desthilatên demkî bi berdewamî dişopîne", her wiha Dorothy Shea destnîşan kir ku Washington "wê gavên xwe li gorî şêwaza tevgerînê diyar bike".

Dorothy Shea bang li desthilata Şamê kir ku "rabirdûya xwe derbas bike" û got, "Em ji bo paşeroja Sûriyê bi hêvî ne ku ev serkirdayetî hêviyên Sûriyeyiyan ên ji bo welatekî aram teqez bike, da ku Sûriyeyî di dawiyê de bi xwe û cîranên xwe re di nav aştiyê de bijîn."

Di vê çarçoveyê de Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Michael Mitchell diyar kiribû ku siyaseta fermî ya rêveberiya Amerîkayê ya der barê Sûriyêyê de hîn nehatiye guhertin û hîna nirxandina siyaseta hikumeta nû ya Sûriyeyê dewam dike.

(aq/fr)