Mazlûm Ebdî: Divê aliyên peywendîdar gavên pêwîst biavêjin û dost piştgiriyê bidin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava nû ya ku ji hêla PKK’ê ve hatiye avêtin wê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke û got, "Hêviya me ew e ku hemû aliyên peywendîdar bi vê pêşveçûnê gavên pêwîst bavêjin."

Mazlûm Ebdî: Divê aliyên peywendîdar gavên pêwîst biavêjin û dost piştgiriyê bidin
12 gulan, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê biryara PKK’ê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. 

Daxuyaniya Ebdî wiha ye: "Biryara PKK’ê ya ji bo fesihkirina rêxistina xwe, bidawîanîna rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk, rêzgirtina ji bo banga Serok Ocalan e. PKK’ê di têkoşîna xwe ya demdirêj de li Rojhilata Navîn roleke dîrokî û biryardar girtiye ser xwe. Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke.

Hêviya me ew e ku bi vê pêşveçûnê re, hemû aliyên peywendîdar gavên pêwîst biavêjin û hemû dost piştgiriyê bidin pêvajoyê."