Waliyê çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê hate kuştin

Rayedarên Iraqê îro ragihandin ku hêzên wan bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî di operasyonekê waliyê DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê kuştin

Waliyê çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê hate kuştin
14 adar, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîaa El Sudanî ragihand ku Îstixbarata Niştimanî bi piştgirî û hevahengiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş û hêzên hevpeymaniya navdewletî "terorîstê bi navê Ebdullah Makî Muslih El Rifaî kuştin."

El Sudanî diyar kir ku terorîstê navborî " 'cîgirê xelîfeyê' bû, ku di heman demê 'waliyê çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê' û Serokê ofîsên operasyonên derve bû. Ew yek ji terorîstên herî metirsîdar li Iraq û cîhanê bû."

(k)