Berpirsê Partiya Asûrî : Nenavendîtî daxwaza sereke ye

Berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mîrza diyar kir ku piştî bûyerên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê nenavendîtî bûye daxwaza hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Mîrza got Rêveberiya Xweser serkeftina xwe isbat kir, lewma dive li ser tevahî xaka Sûriyeyê pêk were.

Berpirsê Partiya Asûrî : Nenavendîtî daxwaza sereke ye
23 îlon, 2025   07:20
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hîn jî bi israr xwe bi sîstema navendî ve girê dide. Tevî êşa zêde ya gelê Sûriyeyê ku ev 50 sal e ji sîstema navendî kişandiye, tevî ku ev sîstem nikare pêdiviyên pirrengiya çandî, neteweyî û olî ya civaka Sûriyeyê pêk bîne jî hikumeta veguhêz dixwaze xeta beriya xwe bişopîne.

Der barê mijarê de berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk a Sûriyeyê Wail Mîrza destnîşan kir ku piştî bûyerên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê êdî navendîtî ne tenê daxwaza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ye, lê daxwaza tevahî gelê Sûriyeyêye ye.

Li perava Sûriyeyê di meha Adarê de û di meha Tîrmehê de li parêzgeha Siwêdayê li pey hev bûyerên bixwîn pêk hatin. Endamên girêdayî wezaretên parastinê û ya hundir li dijî Elewî û Durziyan komkujî pêk anîn. Di komkujiya li peravê de hezar û 478 welatiyên Elewî hatin kuştin.

Di komkujiya Siwêdayê de jî 2 hezar û 47 kes hatin kuştin. Ji wan hezar û 592 kes ji xelkên parêzgeha Siwêdayê ne. Di nava wan de 817 sivîlên Durzî bi awayekî hatin îdamkirin. Heta niha jî çarenûsa 516 welatiyên Durzî ne diyar e. Ji wan 103 jin in.

Berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk a Sûriyeyê Wail Mîrza di berdewama axaftina xwe de sîstema nenavendî bi van gotinan pênase kir: “Nenavendîtî tê wateya civak bi xwe li gorî demografiya herêmê, rêveberiya xwe bike. Ezmûna me ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûne ye û dikare li tevahiya  Sûriyeyê pêk were. Ez wek welatiyekî Asûrî bi rastî dibêjim, nenavendîtî berî her kesî daxwaza me hemû Asûriyan e.”

Mîrza da diyarkirin ku mîsogeriya mafê gelê Sûriyeyê bi destûreke nû dikare pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê gelê Sûriyeyê bi destûreke nû ya ne li dijî nenavendîbûnê be, pêkan e. Ji ber ku herêmên Sûriyeyê ne wekî hev in. Ên guman bikin Sûriyeyê bi rengekî bi rê ve bibin, dê bi ser nekevin. Em Asûrî hewl didin mafê xwe wek welatiyên Sûriyeyê yên resen bi dest bixin, ne wekî gelekî dûre hatiye vir.”

Li ser helwesta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û israra wê ya li ser sîstema navendî Wail Mîrza got hikumeta heyî hewl dide bibe kopiya rejîma Baasê û wiha domand: “Dixwazin welat vegerînin beriya sala 2011’an. Piştî 15 sal derbas bûne, ne mimkun e welat vegerînin wê dîrokê. Heke hikumeta veguhêz wê dixwaze, ew tenê dîktatoran dide guhertin. Lê dîktator dê neyê guhertin. Heke di paşguhkirina hêzên siyasî û pêkhateyên Sûriyeyê de dewam kir, bê guman ew ê têk biçe.”

Wail Mîrza di dawiya axaftina xwe de peymana 10’ê Adarê ya di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdê û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, bi bîr xist û got heke ev peyman pêk were dê bibe bingeha zemîna avakirina Sûriyeya nû.

Peymana 10’ê Adarê ji 8 xalan pêk tê, di wan xalan de mafê hemû gelê Sûriyeyê di beşdariya xebatên siyasî de û cihgirtina di hemû saziyên dewletê de diparêze. Misogeriya mafê destûrî ya gelê Kurd, entegresyona hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rêveberiya dewleta Sûriyeyê de, vegera ewle ya misogerkirî ya hemû koçberên Sûriyeyê ya li bajar û gundên xwe, dabînkirina parastina dewleta Sûriyeyê, di heman demê de hemû daxwaz û hewldanên parçekirin, kîndarî û hewldanên derxistina di nava civaka Sûriyeyê de têne redkirin.

Lê heta niha hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di bin zexta dewleta Tirk de ji pêkanîna xalên peymanê direve. Hikumeta veguhêz li gorî xwe yekalî tev digere.

(dc)

ANHA