Barrack: Aştî li Rojhilata Navîn xeyal e

Nûnerê amerîkî yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku aştî li Rojhilata Navîn xeyal e û destnîşan kir ku nêzîkî 30 rêkeftinên agirbestê hene, lê yek ji wan bi ser neketiye. Her wiha naskirina dewleta Filistînê "nekêrhatî ye" û dibe ku Îsraîl dîsa êrişî Hizbullahê bike.

Barrack: Aştî li Rojhilata Navîn xeyal e
22 îlon, 2025   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

 Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, aştiya li Rojhilata Navîn wekî "xeyalekê" bi nav kir, her wiha di daxuyaniyên taybet de ji Sky News Arabia re, naskirina dewleta Filistînê ji aliyê hin endamên Konseya Ewlekariyê ve bi “nekêrhatî" wesifand.

Barrack aşkera kir ku li Rojhilata Navîn qet aştî çênebûye, dibe ku qet çênebe jî, ji ber ku her kes ji bo rewabûnê şer dike.

Li gorî Barrack 27 agirbest hene lê yek ji wan jî bi serneketiye.

Nûnerê amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ez bi xwe ji her alî ve ji tiştê ku li Xezayê qewimî nefret dikim ji filistînî, îsraîlî, urdunî, lubnanî, sûriyeyî, tirkan re. Mîna hûn dizanin, ev tevlîhevî ye."

Her wiha Tom Barrack destnîşan kir ku “Îsraîl hevalbendeke girîng e. Ew salane bi 4 heta 5 milyar dolarî piştgiriyê didin Îsraîlê, ew di dilê Amerîkayê de xwedî cihekî taybet e. Mijar hinekî kompleks e”.

Derbarê naskirina dewleta Filistînê ji aliyê hin welatan ve, nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê ev gav wekî "nekêrhatî" bi nav kir.

Barrack piştrast kir ku dibe Îsraîl êrişî Hizbullah li Lubnanî bike ji ber ku çekên xwe radest nekirine. Barrack îşaret pê kir ku Hizbullah êrişî her kesî li Sûriye, Lubnan û Tunisê dike ji ber vê yekê berpirsiyariya bêçekkirina partiyê dikeve ser milê dewleta Lubnanê.

Beriya civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê, Barrack gavên ku ji aliyê rêberên cîhanê ve, di nav de serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer û serokê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo naskirina dewleta Filistînê hatine avêtin, wekî "nekêrhatî" bi nav kir.

(ac/şx)