'Vîna gelê Bakurê Kurdistanê ji siyaseta dagirkeriyê xurttir e'
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi meşekê şermezar kir û got, vîna gelê Bakurê Kurdistanê ji siyaseta dewleta Tirk a dagirker xurttir e.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke gireseyî desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Di meşê de koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdar bûn. Meş ji pêşiya Navenda Meclisa Bajarokê Fafînê heya bazaran motorsiklêtan a heman bajarokî bi rê ket.
Li wir, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kanona Efrîn û Şehba Ebdin Efrîn axivî.
Ebdîn di destpêkê de berxwedana gelê Bakurê kurdistanê silav kir.
Ebdîn destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, bi armanca têkbirina vîn û biryardariya gelê Bakurê Kurdistanê û tunekirina destkeftiyan e.
Ebdîn diyar kir ku Bakurê Kurdistanê qada têkoşînê ye, ji ber vê siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin wê têk biçe.
Ebdîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê bi hev re siyasetên dewleta Tirk têk bibin. Vîna me ji siyaseta dagirkeriyê xurttir e."
Meş bi silogana " Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.
(zş/fr)
ANHA