Careke din alîkarî bi rêya herêmên dagirkirî derbasî Sûriyeyê didbin
NYˋyê careke din pêdiviya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bangên Rêvebeirya Xweser ên vekirina deriyê Til Koçer paşguh kirin. Her wiha NYˋyê 3 meh din ji bo derbaskirina alîkariyan bi rêya deriyên li herêmên dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê dagir kirine dirêj kir.
Neteweyên Yekbûyî (NY) îro careke din derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re ji bo 3 mehên din bi rêya deriyên Bab El Selame û Raî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, dirêj kir.
Çaverê bû ku di 13'ê vê Mijdarê de derbaskirina alîkariyên mirovî yên NY'ê bihata bidawîkirin, lê îro 3 meh din derbaskirina alîkariyan bi rêya deriyên navborî heta 5ˋê Sibatê bê hat dirêjkirin.
Bi vê biryarê, careke din NYˋê pêwistî û pêdiviyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bangên Rêveberiya Xweser ên vekirina deriyê Til Koçer a ku ji 2020'an ve hatiye girtin, paşguh kirin.
Çavdêrên rewşa Sûriyeyê û siyasetmedaran destnîşan kir ku dosyaya mirovî ji bo berjewendiyên siyasî tê bikaranîn, nexasim ku deriyê Til Koçer di 2020'an de bi biryara Konseya Elwehiyê û vetoya Rûsya p Çînê bi bihaneya ku alîkarî derbasî herêmên derveyî kontrola hikumeta Şamê nebin, hat girtin.
Lê belê di heman demê de hişt ku alîkarî bi rêya deriyê Bab El Hewa yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, derbasî Sûriyeyê bidin, piştre ji Sibata 2022ˋyan ve alîkarî bi rêya deriyên Bab El Selame û Raî derbasî herêmên dagirkirî dibin.
Çavdêran diyar kir ku dualîtiya NYˋyê ya dan û standinê nexasim biryara îro, diayr dike ku ew çiqas girêdayî berjewendiyên siyasî ye û dûrî erka xwe ya ewlehî û mirovî ye.
(mh/fr)