Gundewarê Humsê hat hedefgirtin

Careke din cihên li gundewarê Humsê li ser sînorê Sûriyeyê-Lubnanê hatin bombebarankirin, li gorî agahiyan birîndar hene.

Gundewarê Humsê hat hedefgirtin
5 mijdar, 2024   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bajarê pîşesazî yê li Qisêr ê gundewarê Humsê ve dengê teqînên xurt hat bihîstin û dûman derket.

Dezgehên ragihandinê yên hikumeta Şamê da zanîn ku Îsraîlê careke din gundewarê Humsê hedef girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê li dijî embargehên li bajarê pîşesaziyê yê bajarê Qisêr û derdora wî li nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê, êrişên hewayî pêk anîn.

Di 31'ê Cotmehê de heman cihê ku hatiye hedefgirtin, bi 3 êrişên hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatibû hedefgirtin.

(mh/fr)